‘Divê zarokên Otîstîk ji aliyê dayîk û bavan ve bên qebûlkirin’
Rêvebera Navenda Pepolên Kurdistan Bokan Tofîq balkişand ser rewşa zarokên otîstîk û got “Hîşyarî gelek girîng e, ji ber ger ku dayîk û bav hişyar bin, dikarin ji bo zarokên xwe riyên çareseriyê bibînin.”

HÊRO ELÎ
Silêmanî- Otîzm, nexweşiyek ku girêdayî mêjî ye û bandorê li ser çawaniya hest û têkiliyên ferdan dike. Ev jî dibe sedema derketina pirsgirêkên di têkiliyên civakî de. Her wiha ev ferd di aliyê têkiliyan de sînordar e û tevgerên wî/wê her dûbare ne. Ev cûrê nexweşîn, di sê salên destpêkê yên zarokan de derdikeve holê.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, di 18’ê Çileyê sala 2007’an de roja 2’yê Nîsanê wek ‘Roja Cîhanî ya Otîzmê’ diyar kiriye. Her sal di vê rojê de çalakî tên lidarxistin û welatên ku endamên NATO’yê ne, ji bo bilindkirina hişyariya beramberî vê nexweşînê, xebat dimeşînin.
‘Jîngeha ku zarok tê de dijîn sedema derketina nîşaneyan e’
Rêvebera Navenda Pepoleya Kurdistan Bukan Tofîq destnîşan kir ku bûyerên Otîzmê bi têkçûna mêjî ve girêdayî ne û agahiyên wiha da: “Ger em behsa sedemên derketina nîşaneyên Otîzmê bikin ji derveyî ji aliyê tibî, aliyên civakî û jîngehê jî hene. Jîngeha ku zarok tê de dijî bandor dike. Cûreyê nêzîkatiya dayîk û bav a li hember zarokan, sedemên derketina nîşaneyên vê nexweşiyê ne. Li gor lêkolînên ku me kirine, di temenê du mehî de dayîk telefon didin destê zarokan. Ev jî zirarê dide û dibe sedem ku bibe Otîstîk. Gelek kes bi awayek baş li zarokên xwe nanhêrin.”
‘Derketina nîşaneyan li gor zarokan tê guhertin’
Bukan Tofîq derbarê awayên nexweşînê û beşên wê de jî agahî da. Bukan got ku “Ger em nîşaneyan dabeş bikin, ew jî bi vî awayî ye; nîşaneyên civakî, mînak ev zarok ewqas têkilî bi tiştên bê wate re datînin, lê bi kesên nêzî xwe re danaynin. Di aliyê tevgerê de, di bedena wan de cûdabûn tê dîtin. Di pêşketina gotinan de; tu peyvek nabêjin, yan jî tenê yek peyvê dibêjin, yan jî zimanên balkêş bikar tînin. Şêwazê jiyana zarok ya xew û xwarinê, bi xwe ne bi rêk û pêk e yan jî kêm e. Her wiha pirsgirêkên kêmxwarinê heye, zarok yek cûre xwarinê dixwe. Hinek bûyerên me yên din jî hene, wek dûzbûna masulkeyê, bi taybetî jî masulkeyên dest. Ev hemû nîşaneyên Otîzmê ne. Nîşaneyek din jî hestiyarî ye; gelo di zarok de ew nîşane zêde ye an na? Ger her şeş lebatên pêhesînê kêmtir be, ger kesek jê fam neke ku êş dikşîne, bêzar dibe. Ji ber wê yekê jî divê dayîk yan jî mamoste, gelek bi baldarî nêzî van bûyeran bibin. Ji ber ku çiqas ji zarok hez bike, jê fam dike û nêz dibe.”
‘Dema ducanîbûna dayîkê gelek girîng e’
Bukan Tofîq diyar kir ku wê sedemên nexweşiya Otîzmê kiriye du beş û derbarê van beşan de wiha got: “Beşek jê demkî û beşek jî hatiye diyarkirin û xelk dizane. Beşek jê jîngeh e. Ew jîngeha ku zarok tê de dijî çiqas jîngehek bi tendurist e? Ji ber sedemên nîşaneya Otîzmê tê de zêde ye yan kêm e? Ger sedem demkî be û bijîşk jî behs bikin, çend dosyayên me hene; di dema jidayîkbûnê de, zarokek ji destê bijîşk ketiye erdê û piştre jî wek otîstîk hatiye qebûlkirin. Her wiha dema zarok di dema ji dayîkbûnê de oksîjena kêm yan zêde girtiye. Ev jî hinek sedemên demkî ne. Ji ber wê çiqas demên ducaniya dayîk girîng be, ewqas dema jidayîkbûna zarok jî girîng e.”
‘Divê dayîk û bav destpêkê rewşa zarokên xwe qebûl bikin’
Bukan Tofîq di dawiya axaftina xwe de çend rêyan ji bo dayîk û bavan nîşan dan û wiha got: “Ev ceribandinek mezin e. Tiştê yekem ew e ku dayîk û bav zarokan wisa qebûl bikin. Ji ber qebûlkirinê zûtir dikarin bişînin navendan. Ji ber ku pirsgirêk; dayîk û bav bûyerên zarokên xwe qebûl nakin. Qebûl nakin ku zarokên xwe bişînin Navendên nexweşînê. Ev jî, zirarê dide zarok.”